Roja Şemî 18ê Rezbera 1405an, bi hilkefta Çaremîn salvegera Îna bixiwîn a Zahidanê, hejmarek çalakvanên siyasî û belûç bo rêzgirtin li yada şehîdên cinayetên destê Komara Îslamî li vê roja xûnawî ku bi Îna bixiwîn hate naskirin, xwepîşandanek li navenda Lendenê de pêkanîn.
Li vê xwepîşandanê de çendîn aliyên siyasî û civakî û ferhengî gotarên xwe pêşkeşkirin.
Hêjayê gotinê ye ku peyama Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Berîtaniya ji aliyê Martîn Mensûrî ve hate pêşkeşkirin.