Roja Yekşemî 19ê Rezbera 1405an, Şoriş Ebûbekrî, hunermendê naskirî ê xelkê Serdeştê, naskirî bi (Şore siwar) piştî amadebûn li dadgeha rejîmê li wî bajarî de bi bê sedem hate girtin.
Li gorî raporta rêkxirava Mafê Mirov a Kurdpayê, li heyama rojên derbasbûyî de, navendên tepeserkar yên rejîmê çendîn caran bi telefonê gef li Şoriş Ebûbekrî kirine û piştî gazîkirinê, ew hunermende ligel parêzerê xwe bo dudeçona mijarê û tomarkirina sikalayê serdana dadgeha rejîmê li Serdeştê kiriye, lê bi fermana Dadwerê rejîmê hatiye girtin.
Heya dema belavkirina wê nûçeyê, tu zaniyariyek li derheq sedema girtin, tohmetên biserde hatî sepandin û cihê ragirtina wî hunermendê Kurd li ber dest de nîne.
Hêjayê gotinê ye ku navbirî berhemhêner, pêşkeşkar, jenyarê tar û sitranbêjê naskirî yê Serdeştê ye û li warên edeb û hunerê de çalak e.
Navbirî xwediyê peymangeha mûzîkê bûye bi navê (Away Kurd) li Serdeştê ku çend sal berê niha mohleta karê wî hatiye hilweşandin.
Berê Şoriş Ebûbekr di 18ê Cozerdana 1402an, bi êrîşa çekdarane a hêzên ewlehî û bi bê sedem hatibû kirin û bo lêkolînê bo yek li girtîgehên ewlehiye li Urmiyê hatibû veguhastin û piştî heyamek lêkolînê bi danana barimte, bi awayekî demkî hate azadkirin.