Şûraya milî a Muqawmeta Îranê ser bi rêkxirava Mucahidîna Xelq, li daxûyaniyekê de ragehand ku Komara Îslamiya Îranê pêlek nû a girtina alîgir û kesûkarên endamên wê rêkxiravê li bajarên cuda de dest pê kiriye û daxwaza tedaxula bilez a neteweyên yekgirtî dike.
Li gorî daxûyaniya sikirtariyeta Şuraya Milî a Muqawimeta Îranê, desthilatdarên Tehranê li jêr givaşa kirêzên navxweyî û derekî de, ligel berdewamiya bidarvekirinan, piroseya girtina welatiyan zêdetir kirine.
Rêkxiravê navê 12 girtiyan eşkere kiriye ku li bajarên Tehran,Meşhed, Zaêdan û çend deverên din hatine girtin, ku li nava wan de girtiyên siyasî dehka 60a roji û kesûkarên bidarvekirnan hene.
Şuraya Milî a Muqawimeya Îranê tekezî kiriye ku zanyariyên tev girtiyan radestê Komîsyariya bilind a Mafê Mirov a Neteweyên yekgirtî kiriye û daxwaz dike ku şandeke navdewletî serdana girtîgehên Îranê bikin.
Herwisa îşare bi vê kiriye ku Tehran heya niha bersivek li derbarê çarenivîsa 82 girtiyên din û radestkirina termê 9 bidarvekiriyan bi malbatên wan nedane.