N. Serbest Urmiye
Şiroveyek li dor fermana Marco Rubio li dijî Ebas Eraqçî
Amadebûna şandeyên dîplomatîk li Civîna Giştî ya Ciwata Neteweyên Yekbûyîê her tim derfetek bûye ji bo wekirina koregirêyên ser riya siyaseta cîhanî. Lê ya ku vê carê li “New York”ê qewimî, weke guherîneke berguman di deb û nerîtên dîplomasiyê de tê şirovekirin. Fermana ku tête gotin ji aliyê “Marco Rubio”, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî ve bûye", ji bo derxistin û piştederkirina pêşwext ya şanda rêjîma Îranî bi serokatiya Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîma Komara Îslamiya Îranê, ne tenê pêngavek protokolî ye ya dîplomatîk, belku kiriyareke siyasî ya pir-alî ye ku hem rê û terzên danûstandinan li Waşîngtonê eşkere dike û hem jî pêşeroja berevaniyên di navbera her du aliyan de ber bi hêleke ber bi guman ve dihajo. Fermanek ku hevdem bû digel daxuyaniya Serkomarê Amerîka Donald Tiram ku ragihand pêşniyar û şertên rêjîma Îranê bo wekirina tengava Hormozê red kiriye û ragihand ku ti danûstandinekê digel rêjîma Îranê de nake û mercên wan qebûl nake.
Aliyên siyasî yên vê fermanê
1. Mifah vergirtin ji dîplomasiyê weke emrazê zexta derûnî
Fermana han ya berpirsên Amerîkayê û bi taybet bi biryara wezîrê karên derve yê Amerîka yê ve, dikare wekî nîşaneyeke zelal ji aliyê Waşîngtonê ve bo Tehranê were dîtin, bi vê wateyê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ne amade ye ku tenê ji ber amadebûna asayî ya berpirsên rêjîma Îranî di Civîna Giştî ya Netewên Yêkbûyî de, pêvajoya danûstandinan bê hebûna çi destkevteke berçav bidomîne. Ev kiriyara han dikare hewldaneke eşkere be ji bo jordebirina asta bihaya siyasî di hegera sernekewtina pêvajoya danûstandinan û zextkirin li Tehranê da ku bi terzeke hêmintir ji caran li ser maseya danûstandinan amade be.
2. Metirsî li dor hilweşîna yekcarekî a pêvcajoya danûstandinan
Nîgeraniya sereke ne fermana derêxistin û piştederkirinê bi xwe ye, belku ev kiryare dikare hilgirê peyamekê be li dor rewşa peywendiyan di navbera her du welatan de. Dema ku danûstandinên li ser Tengava Hormuzê, bidawîhatina pevçûnan û dosyaya navkî di rewşek neçareser kirî de sekinîne, biçûkkirina hevdu, tundtirbûna zimanê diyalogê û nemana baweriyê, meydana ji hev têgihîştina li hev tengavtir dike.
3. haydariyeke metirsîdar ji bo aliyên navbenkar
Xala ku di vê bûyerê de pitir cihê tiresê ye, haydariyeke ji bo aliyen navbendçî. Li gor nûçeyên derbarê sekinandina pêvajoya danûstandinên ku ji aliye dewleta Qeterê ve dihatin navbijîvanîkirin, xuya dike ku her du aliyên Amerîkayî û rêjîma Îranê, di asteke berfirehtir ji hev bi guman in û li rastî de baweriyê bi hevdu nakin. Di rewşeke wiha de, gefxwarin ji hev dikare pitir derî ji ber lihevhatinê girêde. Ev yek jî dibe sedem ku çarenivîsa her sê dosiyayên girîng, wate ewlehiya keştîvaniyê di Tengava Hormozê de, kontirolkirina aloziyên herêmê û dosiyeya navikî, bikevin rewşeke aloztir û bê çaresertir de.
Encam: Siyaseta du-serî û pêvera rastîn a serkeftinê
Di dîtingeha zanista siyasî û di şiroveyên kiriyar û riftarên navneteweyî de, pêngava han li Waşîngtonê pitir ji vê çendê ku ji bo destkevtineke bingehîn be, dikare terzek ji "nîşandana hêzê" û sepandina zexta derûnî be ji bo guherîna hevsengiyê di qada danûstandinan de. Di vî rengî de jî, ev riftar cihê metirsê ye û wekî siyaseteke "du-serî" tê hesibandin, ji ber ku her çend ku bikare aliyê hember neçar bike ku di riftar û siyasetên xwe de guhertinên ernî bike, bi heman rêjeyê jî hegera vê yekê heye ku bibe sedema xurtkirina helwestên tundtir ji aliyên baskên tundajo ve û pêvajoya danûsitandinan bo hertim asteng û dijwar bike.
Lê pirsa sereke eva ye ka gelo zexta ku ev riftara Waşîngtonê li Îranê dike, dê bikare bibe hegera lihevatin û çareserkirina pirsgirên hanê yan dê bibe sedema pevçûnên zêdetir di navbera her du aliyn de?