Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li êrîşa binkeya Fêrfordê de dest hebûye

13:50 - 13 Çirriya pêşîn 2026

Amerîka û hevalbendên wê, 29 welatan, ji wan Brîtanya, Ustiraliya, Kanada, Firansa, Spaniya, Komara Çêk û Alman, roja duşemê li hember kiryarên dijminane di daxuyaniyeke hevbeş de hişyarî dan rêjîma Îranê.

Ev daxuyanî roja duşemê 20ê Rezberê piştî ku Andy Burnham, serokwezîrê Brîtanyayê, ragihand ku bi xatircemî ve Spaha Pasdaran li pişta buyer û êrîşa bo ser binkeya Fêrfordê ye û dest tê de he ye.

Ev welat hemberî vê yekê tekez dikin û ragihandine ku «em bi tundî, kiryarên rêjîma Îranê wek êrişên tundûtêj, di nav de pîlanên yên kujer, agirberdana biqestî, xirabkarî, êrişên saybêrî û çalakiyên din yên li dijî xwe û hevparên xwe şermezar dikin».

Di vê daxuyaniyê de bi balkêşandina li ser dest tê de hebûna Îranê di bûyera binkeya Fêrfordê de hat ku Brîtanya herwisa gihîştiye wê encamê ku ev bûyer nîşana daxwaza berdewam a Sipaha Pasdaran e ji bo berfirehkirina çalakiyên dijminane li derveyî sînorên xwe bi rêya torên veşartî û hêzên niyabî.

Wan welatan li daxuyaniya xwe de ragihandin: Her hewldana Îranê ji bo gefxwarin, bêdengkirin, tirsandin, acizkirin, xisarlêdan an neçarkirina kesan li ser axa me bi rêya milîs û niyabetên xwe ve an bi her amrazekî din nayête qebûlkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de sûcdarkirinên bêbingehli vê derheqê de bi tundî şermezar û red kir.