Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerekî giran li herêma Çah-Ehmed a Tiftanê qewimî

14:00 - 13 Çirriya pêşîn 2026

Roja sêşemê, 21î Rezberê li herêma Çah-Ehmed ku dikeve ser bi navçeya Tiftanê li Belûçistanê, li hemberî komên çekdar û hêzên leşkerî yên spaha pastaran a terorîst, şerekî giran qewimî.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, ev şer û pevçûn ji demjimêr 6ê sibehê ve li bilindahiyên Siyah-Lûp û herêma Arzantakê dest pê kiriye û bo demeke dirêj berdewam kiriye.

Di vê pevçûnê de çekên giran û nîvegiran hatine bikaranîn. Di destpêka şer de nêzîkî 18 motorsîklêt û çar maşînên leşkerî li cihê bûyerê bûn, lê piştî dijwarbûna pevçûnê, nêzîkî 40 maşînên din yên tijî hêzên piştgiriyê şandin herêmê. Herwisa leşker di rêya Zahedan û Xaşê de hatine bicihkirin û maşînê leşkerî li wê deverê digerin.

Medyayên ser bi dewleta Îranê îdia kirine ku di vê operasyonê de sê kes ji aliyê çekdar ve hatine kuştin. Lê heta niha çavkaniyên serbixwe ev agahî bi temamî piştrast nekirine û derbarê hejmara rastîn a kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal tunen e. Wekî din, heta niha nasnameya komên çekdar ên di nav vê pevçûnê de bi fermî nehatiye diyar kirin.