Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî meclîsa rêjîmê basê giringiya xelkê ser şeqam bo sernixûniya rêjîmê dike

14:11 - 13 Çirriya pêşîn 2026

Ehmed Bexşayiş Erdestanî, endamê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya paşmaweyên rêjîmê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya xeber anlayn a rêjîmê de îşare bi egera guherîna rêjîmê bi hatina xelkê bo ser şeqaman kiriye û gotiye ku desthilat bi rêya serbazî bi tenê nayê herifandin û demekê ev guherîn dê micid be ku xelk bêne ser şeqaman.

Gotinên wiha ji aliyê nûnerê meclîsa rêjîmê li halekê de ye ku paşmaweyên rêjîmê bi hemû şêwazekê li pey bidestveanîna piştevaniya xelkê ji desthilatê ne ku bi siyasetên çewt û dijemiroviyên xwe û tepeserkirinên hovane, rwatiya xwe ji dest daye û niha îtiraf bi şiyan û hêza xelkê ser çeqaman dike ku dikare rêjîmê ji binyatê ve biherifîne.