Rojanmeya “The Wall Street Journal” raporek li derheq gefxwarinên paşmaweyên rêjîma Îranê li welatên Rojhilata Navîn belav kiriye, pêka vê raporê berpirsên rêjîma Îranê bi awayekî eşkere û li hevpeyvînên taybet de huşdarî dane berpirsên welatên deverê ku li egera êrîşa nû ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê, dê êrîşa bejayê bike ser wan welatan bi taybet welatên cîran.
Herwisa li raporê de hatiye ku desthilatdarên rêjîmê huşdarî dane berpirsên welatên Erebî li egera destpêkirina şerê digel Amerîkayê, dikarin damezraweyên neftî yên Erebistanê bikin armanc.
pasdarê terorîst Muhsin Rizayî çend roj berî niha gefxwaribû ku li egera destpêkirina dubare ya şer, dê hêlên înternetî, datasenteran û damezraweyên hişê destçêkirî li Rojhilata Navîn de bikin armanc.
Gefxwarinên wiha tund û eşkere yên rêjîmê li nav qeyranên pengurî yên siyasî, aborî û ewlehî, kûrahiya tirsa rêjîmê ji destpêkirina şerek dubare dide xuya ku bi jidestdana rewatiya xwe nigeranê herifîna yekcarî ya binyata xwe ye.