Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya şert û mercên tundtir li dijî rejîma Îranê girte ber

14:57 - 13 Çirriya pêşîn 2026

Wezareta Derve a Birîtaniya yê ragehand ku li bersiva (Çalakiyên dujminkarane yên Komara Îslamî) dijî ewlehiya wî welatî û hevpeymanên Navdewletiye wê, balyozê rejîma Komara Îslamî li Lendenê gazî kiriye û du kesên Îranî jî bi tohmeta beşdarîkirin yan hêsankarî bo çalakiyên dujminkarane li derveyê sînoran siza dane.

Wezîrê derve yê Birîtaniya yê roja Duşemî 20ê Rezberê li daxûyaniyekê de ragehand (Hewlên berdewam ên Îranê bo lawazkirina asayîşa Birîtaniya û hevpeymanên navdewletî li rêya torên tawankariyan, girûpên niyabêtî bo çalakiyên têkder qebulkirî nîne.

Êd Mêlîbend herwisa ragehand ku wek çawa çendîn caran bi rohnî me gotiye Îranê, Birîtaniya tu gefekê li ser xaka xwe qebul nake, Îro min ferman da Wezareta xwe ku balyozê Komara Îslamiya Îranê li Birîtaniya gazî bike bo evê ku ew peyam carek din bi temamî pê bête ragehandin.

Wezîrê Derve ê Berîtaniya yê herwisa hewla eşkerekirina navê du welatiyên Îranî li lîstê sizayên wî welatî bi destêwerdan li hêsankarî yan encamdana çalakiyên dujminkarane ji aliyê hikumeta Îranê ve ragehand ku bi amanca eşkere a gefkirinê, pilandanan yan cîbicîkirina êrîş li derveyê welat, encam daye.

Berê jî berpirsên bilind yên Birîtaniyayê çendîn caran li hember hewlên terorîstî ên rejîma Komara Îslamî li nav xaka wî welatî de hoşdarî dabûn.