N. Hemîd Çepatî
Meseleya Urmiyê ji tevahiya erdnîgariya Kurdistanê cuda nîne, ji Makuyê heta Îlamê binêşeya vê pirsê û nêrîna desthilata navendî beramberî civaka Kurd yek e. Tiştê ku di van hemû salan de li ser axa Urmiyê qewimî, parçeyek ji projeyeke firehtir û endezyarîkirî bû ji bo zeftkirin, paşvexistin û înkarkirina gav-bi-gav a nasname û wijdana neteweyî ya Kurdî. Lê tiştê ku Urmiyê ji bajêrên din cuda û aloztir dike, cûdahiya piralî ye ku tê de ziman, ol û netewe dest dan destê hev da ku xelkê vê herêmê ji mafê rêveberiya bajêr û axa bav û kalan bêpişk bihêlin.
Di salên şêst û heftêyan de, anku di dema bab û bapîrên me de, asta xwendin, perwerde û zanebûna siyasî ne mîna ya îro bû. Civaka Kurd li Urmiyê ji ber fişarên siyasî û tirsê, heta astekî mezin qebûl kiribû ku ew hemwelatiyekî pileya duyem e. Zimanê îdarî, bazar, dermanxane û rêveberiya hemû saziyên bajêr di destê Azerîyan de bû û Kurdan ji bo birêvebirina jiyana xwe ya rojane divê bi zimanê wan biaxivtiban. Wî çaxî heke di navbera cîranan de pirsgirêk an alozî jî nehatiba dîtin, ne ji ber dostînî û wekheviya rastîn bû, belkî ji ber wê yekê bû ku aliyê kurd bi tevahî bêdeng bibû, dest ji nasnameya xwe berdabû û daxwaza mafên xwe nedikir.
Lê belê di cîhana siyasî de ti civak bo hemêşe di bin tariyê de namîne. Ji dawiya salên heftêyan û destpêka salên heştêyan de, rûpelekî nû di dîroka bajêr de hat vekirin. Komên piçûk ên ciwanan mîna saziya «Andîşey Ehmedê Xanî» û koma «Ferzanegan» ava bûn. Ciwan, rewşenbîr û xwendekarên zanîngehê hatin cem hev da ku li ser çand, helbest, şano û giringiya parastina zimanê Kurdî biaxivin. Van pêngavên piçûk, pêleke mezin a hişyariyê di nav civakê de da destpêkirin ku çalakî û azadiya ramanî ya îro ya Urmiyê deyndarê wan rojan e. Dîsa jî bi xurtbûna van çalakiyan re, çavdêrî, zext û hesasiyetên ewlehiyê yên rejîmê jî roj bi roj li ser çalakvanan zêdetir bûn.
Gava rêyên çalakiyên çandî hatin girtin, nuxbeyên siyasî yên wî çaxî biryar dan ku şansê xwe di pîvanên fermî û sindoqa dengdanê de biceribînin. Komên cûda yên siyasî hatin ava kirin û hemû girîngî û hêza civakê dan hilbijartinên meclîs û şûrayê. fikir û nêrîna giştî ew bû ku bi rêya sindoqê dikarin hebûna xwe ya demografîk îspat bikin û li ber pêla tundraw a înkarê bisekinin. Ji bo ku di nav sîstemê de werin qebûlkirin û mohra cudaxweaxî û terrorîst bûnê li wan nekeve, hewl dan cil û bergên fermî yên rejîmê li xwe bikin, li ser Îranîbûn û parêzvaniya sînoran tekez bikin da ku nîşan bidin ku ew ne mêvan in û xwediyê axê ne. Lê sîstemê bi ti awayî nexwest Kurdan di rêveberiyê de qebûl bike û komên tundraw jî bi tohmetbarî û zextên ewlehiyê, girtin û binçavkirin zêdetir kirin.
Tevî van hemû astengiyan jî, hilbijartin dîsa mîna yekane qada çalakî û desthilatê dihat dîtin. Lûtkeya vê xebata siyasî di meha Adara 1402an de çêbû ku gelê Kurd di vê herêmê de karî du nûnerên Kurd ji bajarê Urmiyê bişîne meclîsê û bi coş û şahiyeke mezin birjêne kolanan. Xala herî girîng û dîrokî ya vê tevgera bîst salan, cejna Newroza 2025an (1404) bû, ku sedan hezar kes dest bi destê hev li dilê Urmiyê civiyan, awazên Kurdî gotin û cejn pîroz kirin. Ev civîna bêhempa dengê hebûna gelekî zindî gihand hemû cîhanê û nîşan da ku nasnameya Kurdî ji vê herêmê nayê jinavbirin.
Lê rast piştî van serkeftin û hêza medenî, fişar û zordariya nerm a desthilatê çend qat zêdetir bû. Tevî ku Kurdan 7 nûner ji 12 nûnerên parêzgehê û 2 nûner ji 3 nûnerên Urmiyê di dest de hebûn û hemû mercên fermî qebûl kiribûn, dîsa jî ji rêveberiya parêzgehê û biryardanê hatin dûrxistin. Rûyê bajêr di hemû festîval û bernameyên fermî de bi tevahî hat Azerîkirin û heta destûr nedan çalakiya herî piçûk a sembolîk jî çêbibe.
Nêrîna kûr li van çend salan nîşan dide ku rêbaza nêzîkbûna ji sîstemê û dilxweşkirina bi sindoqa dengdanê, ziyanên wê pir zêdetir bûn ji sûdên wê. Ziyana herî mezin ew bû ku ciwan ber bi guhartina ramanî ve kişandin, ruhê berxwedanê li hember asîmîlasyonê lavaz kir û civak ji ramana resen a Kurdî dûr xist.
Sîstem li ser bingehê înkarkirina Kurdan hatiye ava kirin û bi rêya sindoqê ti mafekî rastîn nade me.
Bi kêfxweçî ve nifşê nû û hişyar a îro, ji ev lîstika rejîmê û ji xeyala guhartina bi rêya sîstemê derbas bû. Îro em dibînin ku çalakîyên serbixwe yên çandî ava dibin, bername û platformên nû mîna «Telik» û «Biryar» nimûneyên diyar ên vê guhartina ramanî ne ku rêya xwe bi tevahî ji sîstemê cuda kiriye û bêyî destûra desthilatê pêş de dibin. Li kêleka wan, civînên pirtûkxwendinê di nav mal û civatên serbixwe de tên li dar xistin. Tîmên çiyageriyê ava dibin da ku gund, lûtke û navên resen ên erdnîgariya herêmê ji nû ve nas bikin û biparêzin, û grûpên cûda yên muzîka resen û nûjen dengê xwe digehînin ciwanan. Nifşa nû gehiştiye vê baweriya kûr ku rêya gihîştina bi rûmetê, naskirina nasnameyê û bidestxistina mafan, bi ti awayî ji korîdorên îdarî yên Tehranê an ji sindoqên bê-desthilat derbas nabe. Rêya rizgariyê di vegara li koka resen a nasnameya Kurdî, xwe-baweriya civakî, çêkirina naveroka çandî ya serbixwe û bilindkirina hêza medenî de ye. Urmiye dîsa li ser riya dîtina ruhê xwe yê pêşeng de ye. nifşek di rê de ye ku bi bawerî bi zanîn, torên civakî yên serbixwe û çalakîyên sivîl, mafê jiyana wekhev û nasnameya xwe di vê axa dîrokî de pêk tîne.