N. Hesen Mukerem
Ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e ku rastî zextên aborî, civakî û ewlehiyê tên. Ev zext ne tenê di qada giştî de, lê di jiyana rojane ya wan de jî xwe nîşan didin, ji dijwariya dîtina kar û dabînkirina lêçûnên jiyanê ve bigire heta sînordarkirinên civakî û tirs ji binçavkirinên ewlehiyê. Van şert û mercan bandor li ser xwendin, kar, têkiliyên civakî û hêviya wan ji bo pêşerojê kiriye.
Di salên dawî de, rewşa mafên mirovan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê careke din bûye yek ji fikarên sereke yên rêxistinên mafên mirovan. Girtina çalakvanên medenî, çandî û siyasî, derxistina cezayên giran ên girtîgeh û îdamê û bikaranîna tohmetbariyên ewlehiyê li dijî hejmarek ji welatiyên Kurd, wêneyeke xemgîn û fikarbar ji rewşa mafên mirovan li van herêman nîşan dide.
Li gorî raporên salane yên rêkxiravên Mafê Mirovî, di salên dawî de hejmareke mezin ji welatiyên Kurd li bajar Rojhilatê Kuridstanê yên mîna Mehabad, Urmiyê, Pîranşar, Kamiyaran, Merîwan, Şino, Bokan, Seqiz û Bane û ... hwd hatine girtin, dadgehkirin an jî bi cezayên giran re rû bi rû bûne.
Di gelek bûyeran de girtî ji agahiyên zelal, hevdîtina bi parêzer û mafê parastina bi bandor bêpar tên hiştin.
10’ê Cotmehê, roja ku fikarên li ser îdamê zêde bûn
10ê Cotmehê di nav malbat û çalakvanên mafên mirovan ên Kurd de bi fikar û xem tê bîranîn. Ew roj e ku raporên li derheqê îdama du welatiyên Kurd, Mêhrab û Nasir, li girtîgeha Urmiyê belav bûn. Malbat û rêxistinên mafên mirovan ragihandine ku ev her du kes di dosyeyekê de, ku ew wê weke bêbingeh û dûr ji dadweriya adil dibînin, bi îdamê hatine mehkûmkirin û biryara wan hatiye sepandin.
Dosyeya Mêhrab û Nasir careke din pirsên girîng li derheq pêvajoya dadwerî, destpêragihiştina wan a bi parêzer, awayê lêpirsînê û baweriya bi îtirafan derxist holê. Malbatên wan li ser vê baweriyê ne ku tohmetên li dijî van her du welatiyên Kurd hatine kirin bi rastiyê re li hev nayên û pêvajoya dadweriyê derfeteke parastina bi bandor û adil ji wan re nedaye.
Ev tenê yek mînak e lê di dosyeyên wiha de, berpirsiyariya desthilatdarên dadwerî tenê bi derxistina biryarê bi dawî nayê. Divê bê zelalkirin ka tawanbaran mafê hebûna parêzerê serbixwe hebûye an na, ka dadgeh li ser bingeha sebebên bawerbar biryar daye an na û ka îtirafên gengaz bê zext û îşkence hatine wergirtin an na. Sepandina îdamê di şert û mercên ku bersiveke zelal ji van pirsan re tune ye de, fikarên mafên mirovan kûrtir dike.
Piştî destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rêjîma Îranê li navçe û hûndirî welat, fikarên li derheq zêdebûna îdam û zexta li ser girtiyên siyasî û ewlehiyê zêde bûn û di vê heyamê de gelek girtiyên Kurd bi tohmetbariyên siyasî, ewlehiyê, hevkariya bi komên dijber an sîxuriyê hatine tohmetbarkirin.
Ji ber ku gelek îdam bi awayeke nepenî tên sepandin û agahiyên fermî dereng an jî qet nayên belavkirin, berhevkirina hejmareke yekgirtî hêsan nîne. Lêbelê îdamkirina welatiyên Kurd bi rêjeyeke berbiçav zêde ne û ev rewş nîşan dide ku Kurd di dosyeyên siyasî û ewlehiyê de bi awayeke nehevseng rastî cezayên giran tên.
Yek ji fikarên herî girîng di dosyeyên girtiyên siyasî yên Kurd de awayê lêkolîna dadwerî û tohmetbarkirina weke «muharebe», «bexî» û «hevkarî an sîxurî ji bo dewletên biyanî» ye.
Ji ber vê yekê, dema ku malbat an rêxistinên mafên mirovan behsa «tohmetên çêkirî» dikin, divê pirsa bingehîn di mafê hebûna mafê parêzer, dadweriya vekirî û adil, derfeta parastina bi bandor û serbixwebûna pêvajoya dadwerî de bê lêkolîn. Di dosyeya Mêhrab û Nasir de jî malbat û çalakvanên mafên mirovan tohmetên bêbingeh û dosyeyê dûr ji pîvanên dadweriya adil dizanin.
Zexta ewlehî û dadwerî tenê bi bajarekê ve sînordar nîne.
Li tev bajarên Rojhiltê Kurdistanê, gelek dosye li ser çalakiya medenî, çandî, siyasî û nerazîbûnên civakî hatine vekirin. Urmiyê, weke cihê sepandina biryara îdama Mêhrab û Nasir, di salên dawî de gelek caran di raporên saziyên mafê mirovî de weke yek ji navendên girîng ên sepandina biryarên îdamê û girtina mirovên siyasî û ewlehiyê hatiye nîşandan.
Ev rewş bûye sedem ku gelek malbat, heta di wan bûyeran de ku tohmetbarên siyasî an ewlehî ne, bi mehan bê agahî li ser rewşa kesên xwe bê ageh bimînin. Di gelek bûyeran de malbat ji mafê derstpêagihiştina bilez bi agahiyan, hevdîtin û agahdarkirina zelal li derheq pêvajoya dosyeyê bêpar tên hiştin.
Mêhrab û Nasir tenê du navên di nav rêzika dirêj a kesên hatine îdamkirin de nînin. Ew du mirov bûn ku malbat û nêzîkên wan hîn jî li ser pêvajoya lêkolîna dosyeyê û sebebên derxistina biryara wan pirsan hene. Ji bo malbatên wan, 10’ê Cotmehê bîranîna roja ku sepandina îdamê derfetên bersivdanê û zelalkirina nezelaliyên dosyeyê ji holê rakir e.
Pirsgirêka ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tenê bi hejmaran nayê ravekirin. Li pişt hejmarên girtin û îdamê pirsgirêkeke mezintir heye: mafê mirovan ji bo jiyanê, feydewergirtina ji dadweriya adil, azadiya derbirînê û parastina nasname û zimanê dayikê.
Ji bo malbatekê ku zaroka wê di girtîgehê de ye, ew tenê hejmarek di rêzika amarî de nîne; ew jiyanek e ku li benda vegera wî ye.