Ken Mek Kalum, serokê saziya îtlaatiya navxweyî ya Brîtanyayê (MI 5), roja sêşemê hişyarî da ku Îran qada çalakiyên xwe li nava xaka Brîtanyayê berfireh dike û ji bilî dijberên Komara Îslamî, armancên dijwartir wekî navendên leşkerî û cihên têkildarî civakên cihû jî dike armanc.
Ev daxuyanî di demekê de tên dayîn ku aloziya di navbera Tehran û Lendenê de zêde bûye û rayedarên brîtanî lêkolînê li ser planeke bi guman a êrîşê li dijî binkeya esmanî ya “Fêr ford”ê dikin; binkeyek ku hêzên amerîkî di dema şerê ku ji meha Şibatê dest pê kir, ji bo êrîşkirina li ser Îranê bi kar anîn.
Ken Mek Kalum di rapora xwe ya salane ya derbarê gefên ewlehiyê yên li dijî Brîtanyayê de got ku di bihara îsal de pêleke êrîşên agirpêxistinê û gef li dijî civakên cihû li Brîtanyayê û welatên din ên Ewropî çêbûne. Wî ev êrîş bêzarker bi nav kirin û Îran berpirsiyarê wan zanî.
Serokê MI 5 da zanîn ku di nav 12 mehên borî de zêdetirî 50 kesî bi tohmeta têkiliya bi çalakiyên Îranê re li Brîtanyayê hatine girtin.