Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Pevçûnên çekdarî li Belûçistanê de, dehan kes ji hêzên Fatimiyûn hatine kuştin

10:52 - 14 Çirriya pêşîn 2026

Piştî çend pevçûnên çekdarî yên li deverên cuda yên Sîstan û Belûçistanê, rapor bas ji kuştina hejmarek ji hêzên Spaha Pasdaran û çekdarên hêza Fatimiyûn dikin.

Li gorî raporên ku ji aliyê Halweş ve hatine belavkirin, pevçûnên herî giran roja Sêşemî, 21ê Rezberê, li herêma Çah’ehmed a ser bi bajarê Tefṭanê qewimîne. Ev çavkanî pêka zaniyariya şahidan ragihandiye ku zêdetirî 20 endamên Fatimiyûn û Pasdar hatine kuştin.

Piştî wan pevçûnan Eniya Xebatkarên Gel, berpirsayetiya vê pevçûnê girtiye sitûyê xwe û kuştina sê endamên xwe jî piştrast kiriye. Lê ev hejmar hêj dawî amar nîne.

Herwisa di heman demê de, hin nûçe liderheq teqîna mînekê li ser riya maşînên Spahê li herêma Pîrsoran a Korînê ya ser bi Zahidanê û herwisa êrîşeke çekdarî bo ser maşînek hêzên Spahê û Fatimiyûnê jî li herêma Remîn a Çabeharê hatine belav kirin. Enîya Xebatkarên Gel berpirsayetiya van êrîşan jî kişandiye sitûyê xwe.

Di hemberî vê yekê de, Baregeha Quds a Hêzên Bejayî yên Spaha Pasdaran bi belavkirina daxuyaniyekê derheq pevçûna devera Korînê îdia kiriye ku ev operasyon piştî revandina yek ji endazyarên projeyên avahiyê pêk hatiye û di encamê de pênc kes ji hêzên çekdar û endamekî Spahê hatine kuştin.

Hêza Fatimiyûn ku piraniya wan ji welatiyên Efxanî pêk tên, û di bin piştgirî û çavdêriya Hêza Quds a Spaha Pasdaran de dixebite.