Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê kiryarên dujminkaraneyên rêjîma Îranê şermezar kirin

10:58 - 14 Çirriya pêşîn 2026

Kaya Kalas, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, kiryarên dujminkarane yên rêjêma Îranê li derveyî sînorên Rojhilata Navîn şermezar kir, ev helwîstgirtin piştî vê bûye ku berpirsên Birîtaniyayê ragihandin spaha pasdaran a terorîst bi egera herî zêde li gefa bo ser binkeya esmaniya Fêr Ford a Birîtaniyayê de rol hebûye.

Kaya Kalas peyamek li tora civakiya “X” de belav kir û nivîsandiye: “kiryarên tirsandin û nearamîxistin ji aliyê rêjîma Îranê ji sênorên Rojhilata Navîn derbas bûye. Ez jî tevlî biryara Wezîrên Derve yê welatan dibim û kiryarên dujminkaraneyên rêjîma Îranê şermezar dikim”.

Herwisa navbirî daxuyaniya hevpar a Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê û hejmarek ji welatên Ewropayî û hevpeymanên Rojavayî yên wek Amerîka, Birîtaniya, Kanada û Ustraliyayê bi peyama xwe zêde kiriye.

Wajokerên vê daxuyaniya hevpar, êrîşên tundûtîj ên pêywendîdar bi rêjîma Îranê yên wek dariştina pîlanên kuştinan, agirpêxistina bizanebûn, xirabkarî, êrîşên saybêrî û kiryarên çendalî yên tevlihevên din bi dijî xwe û hevpeymanên xwe bi tundî şermezar kirine.