Mihemed Haşimî, berdevkê saziya xwarin û dermanan a rêjîma Îranê ragihand, Hindistan ji şandina dermanan bi rêya balafirên Îranê xwe parastiye û vê yekê pirsa dabînkirina dermanên hewce li Îranê dijwartir kiriye.
Herwisa navbirî ragihand, beşa zêde ya dermanên nexweşiyên hundirî bi taybet dermanên dijî xemokiyiya 3 xelekî, li girûpa dermanên nexweşên hundirî yên jêr çavdêriya heyeta navnetewî ya madên hişber a saziya Netewên Yekgirtî de ne û Hindistan yek ji mezintirîn dabînkerên wan dermanan li cîhanê ye.
Piştî tomarkirina şirketên rêwîngiyên esmanî yên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan piştî şerê 40 roje firînên rasterast li navbera Hindistan û Îranê sekinîn, vê yekê jî pirsgirêk bo hawirdekirina dermanan ji Hindistanê çê kirine.
Herwisa navbirî îdia kiriye ku bi rêyên nerasterast karîne beşek ji dermanan hawirde bikin ku kêmtir ji qasa hewce bûye.
Rêjîma Îranê li veguhastina hêz, alavên şer û cebilxane û alîkarîdan bi taqim û girûpên terorîstî, balafirên rêwîngî bi kar anîne, lewma balafirên Îranê li lîstê dorpêçan hatine tomarkirin.