Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêbihorîna Navnetewî daxwaz kir darvekirina xwepêşanderan li Îranê bisekine

13:56 - 14 Çirriya pêşîn 2026

Rêxistina (Lêbihor Navneteweyî) li ser berdewamiya darvekirina xwepêşanderan li Îranê hişyarî da û daxwaz kir ku zextên dîplomatîk li ser Komara Îslamî bêne zêdekirin ji bo rawestandina darvekirinan û şandina dosyeya binpêkirina mafên mirovan a Îranê bo Dadgeha Sûcan a Navneteweyî.

Vê rêxistinê roja sêşemê 21ê Rezberê ragihand ku pênc kes ji mehkûmên dosyeyên peywendîdar bi serhildana meha Befranbarê, di navbera 8 û 13ê meha Rezberê de, piştî dadigehîkirinên neheq û ligel êşkenceyê hatine darvekirin.

Li gorî daxuyaniya Lêbihorîna Navnetewî, heta niha herî kêm 34 kes di peywendî bi vê serhildanê de hatine darvekirin û bi dehan kesên din, ji wan dijberên hikûmetê û xwepêşander, hîn jî di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Diyana El-Tehawî, cîgira rêvebirê herêmî yê Lêbihorîna Navnetewî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, hişyarî da ku rayedarên Komara Îslamî bi piştgirêdan bi şert û mercên şer û gefên ewlehiya neteweyî, serkutkirinê dijwartir kirine.

Wê teqez kir ku civaka navneteweyî divê ji bo rawestandina darvekirinên plankirî û berpirsiyar-girtina berpirsên binpêkirina mafên mirovan bikeve tevgerê.

Lêbihorîna Nevnetewî daxwaza şandina dosyeya Îranê bo Dadgeha Sûcan a Navneteweyî û afirandina mekanîzmayekê ji bo peyrevîkirina dozên binpêkirina mafên mirovan kir.