Malpera nûçeyan a “Axios” pêka çavkaniyeke agahdar ragihandiye ku “Donald Tiramp û Benyamîn Netanyahû” berî ku Tiramp bi awayekî eşkere egera destpêkirina çalakiyeke leşkerî berî hilbijartinan red bike, li ser egera operasyoneke leşkerî ya mezin û hevbeş li dijî rêjîma Îranê şêwire kirine.
Li gorî gotina berpirsiyekî Îsraîlî, Netenyahû bi piştgirêdan bi zaniyariyên hevalgiriyê ve basa vê yekê kiriye ku Îran gavên metirsîdar ji bo ji nû ve avakirina bernameya xwe ya navokî davêje; di nav wan gavan de, egera karkirina saziya «Çiyayê Pîkaks» ji bo meyandina oranyûmê jî heye.
Berpirsiyekî Koşika Spî tekez kiriye ku heta berî hilbijartinan êrîşek nayê kirin, çavkaniyên agahdar dibêjin artêşên her du welatan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne, da ku di rewşeke ku Tiramp biryara xwe biguherîne amade bin.
Li gorî raporê, li Waşingtonê, “Pêt Hêgsêt”, wezîrê Şer, û Fermandeyê CENTCOMê piştevanê sereke yên êrîşeke dubare ne bo ser Îranê; lê piraniya şêwirmendên Tiramp tekezê li ser berdewamiya givaşên aborî dikin.
Di heman demê de, Eyal Zemîr, Serokê Sitada Giştî yê Artêşa Îsraîlê, hişyarî daye ku bi berçavgirtina egera bersiva mûşekî ya Îranê, destpêkirina aloziyan dikare bibe sedema paşxistina hilbijartinên Îsraîlê yên ku ji bo 5ê Xezelwerê hatine destnîşankirin.