Bilindbûna zêde a xercê jiyanê li Îranê de, cudahiya navbera dahata kedkaran û lêçûnên rastîn ên jiyanê hinde zêde bûye ku bihaya sebeta hewcehiyên malbateke kedkar gihaye 91.3 Milyon Tûmenî.
Ferameriz Tofîqî, Endamê berê yê Encûmena bilind a kar û çalakvanê kar, roja Sêşemî 21ê Rezberê, li hevpeyvînekê de ligel Xeber Online de got ku di şeş mehên derbasbûyî de xercê sebeta hewcehiyên jiyanê 50 Milyon Tûmen zêde bûye, û zêdebûna çend Milyon Tûmenî di nûçeyan de di rewşa heyî de hewcehiyên malbatan dabîn nake.
Herçiqas xercê jiyanê bilez zêde dibe, heqdesta bingehîn ji bo kedkarên ku di bin yasaya kar de ne nêzî 16.6 Milyon Tûmen e. ev hejmar jî ligel xerciya jiyanê gelek dûr e.
Hikumetê pêşniyara zêdekiirna heqdestê bi qasî 3 Milyon Tûmenî kiriye, zêdebûnek ku bi zêdeyî bi rêya faydeyên heqdestan bê cûbicîkirin.
Berdewamiya vê valatiyê, li hember teweroma zêde û zêdebûneke hêdî a heqdestan, zexta abûrî ya li ser kedkaran zêde kiriye û hîn zêdetir zext li ser jiyana malbatên ku heqdestan werdigrin dikin kiriye.