Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSK: Çareseriya şerê Îranê sîstemeke Federal e, têkoşîna neteweyî wê serkeve

14:23 - 14 Çirriya pêşîn 2026

Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) daxuyaniya civîna xwe ya 11ê Çiriya Pêşîn a 2026an ku li Diyarbekirê pêk hatibû, belav kir. PSKê rewşa dawî ya li Çar parçeyên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand.

Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) piştî civîna xwe ya li Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser geşedanên leşkerî û siyasî yên li herêmê. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê berdewam ê li dijî Îranê û hate diyar kirin ku rêjîma Tehranê bi êrîşkirina ser bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, wêranî û krîza li herêmê kûrtir dike.

PSKê tekez kir ku aştî û aramî tenê bi hilweşandina vê rêjîma zordar û bi avakirina sîstemeke piralî, demokratîk û federal li Îranê bidest ve yê. Hate gotin ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî îrade û zanebûneke bilind e û piştgiriya PSKê ji bo têkoşîna rewa ya Kurdan li vî parçeyî hat nûkirin.

PSKê herwisa êrîşên li ser Rojava û metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin û bang kir ku ji bo parastina destkeftiyan divê yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. PSKê diyar kir ku astengiyên li hemû parçeyên Kurdistanê demkî ne û ev dem ne dema bêhêvîtiyê ye.