Ligel berdewamiya pêla cîbicîkirina cezayên darvekirinê di bin desthilata rêjîma Komara Îslamî ya Îranê de, desthilata dadwerî ya rêjîmê, roja çarşemê 22ê Rezberê, nûçeya darvekirina Elî Sîna Mustefewî, girtiyê siyasî û ji desteserkiriyên xwepêşandanên meha Befranbarê li bajarê Kermanê ragihand.
Ajansên «Mîzan» ku ser bi dezgeha dadwerî ya rêjîmê ye, ev girtiyê siyasî û yek ji xwepêşanderên Befranbara 1404an bi tohmeta encamdana çalakiya çekdarane li bajarê Kermanê darve kiriye.
Rêjîmê herwisa Mustefewî bi şandina wêne û vîdeoyan ji bo medyayên derveyî welat, hem di xwepêşandanên Befranbarê de û hem jî di şerê van demên dawî de, tohmetbar kiriye.
Elî Sîna Mustefewî ku roja sêşemê nûçeya veguhastina wî bo odeya takekesî hatibû belavkirin, di berdewamiya pêla cezayê darvekirina xwepêşanderên Befranbarê û girtiyên siyasî yên bi tohmeta sîxuriya ji bo Amerîka û Îsraîlê de, hat darvekirin.