Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li daxuyaniyekê de ragihand ku kadrê biwec û têkoşerê Melbenda 3 ya Kurdistanê, ji ber nexweşiyê koça dawî kir û tevlî karvanê şehîdan bû.
Kak Birayim Rehmanî ku bi Birayim Hecîcî tê nasîn, di sala 1343 ya Rojî di malbateke nîştimanperwer de li gundê Derehecîcê ji dayik bû. Di temenê çar mehiyê de ji ber ku bavê wî li Rojhilat qaçax bû û ji ber endambûna bavê wî di Hizba Dêmokrat de, malbata wî koçberî Başûrê Kurdistanê dibin û li Tewêleyê bi cih dibin. Di sala 1352an de bavê wî ji aliyê rêjîma Êraqê ve ji bi rêjîma Îranê tê radestkirin û malbata wî jî vedigere Rojhilatê Kurdistanê.
Destpêka xwendina wî li gundê Tewêleyê dest pê kiriye û piştre li Rojhilat berdewamî daye xwendinê, lê belê bi mixabin neşiya qonaxa dîplomê temam bike.
Ji sala 1358an ve dibe pêşmergeyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û çeka şerefê dihavêje mile xwe. Di dema pêşmergeyatiyê de di piraniya şerên nawçeya Hewraman, Kamêran, Merîwan û Jaweroya Merîwanê, Sine û Çemşara Sineyê de beşdariya çalak hebûye û di gelek şerên din de mîna şerên Dola Dêmokrat li Serdeştê, şerê caddya Serdeşt-Pîranşarê, şerê Hengewê û herwisa di gelek şerên din de beşdarî kiriye. Di heyama pêşmergeyatiyê de berpirsiyariyên mîna serpêl, serdest e û du caran fermandarê hêzê pê hatiye spartin. Di sala 1373an de dawîn pileya teşkilatî wergirt ku pileya kadrê derece sê ye û di wî heyamî de berpirsiyariyên cûrbecûr girtine ser mile xwe. Endamê komîteyên Melbenda Yek, berpirsê navçeyê, gelek berpirsiyariyên civakî û xizmetguzariyê yên din li ser mile wî bûn û di heyama pêşmergeyatiyê de çend caran birîndar bûye.
Hêjayî gotinê ye ku Mam Tahirê bavê Kak Birayim, pêşmergeyê Hizba Dêmokrat bû û niha kureke kak Birahîm bi navê Derbend Rehmanî kadrê Melbenda 3 ya Kurdistanê ye.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo ji destdana kadrê xwe yê biwec û dilsoz, serxweşiyê li hemû kadr, pêşmerge, endam û alîgirên hizbê û bi taybetî li malbata wî ya rêzdar dike ku di heyama zêdetir ji çar dehsalên têkoşîna Kak Birayim de piştgir û handerên wî bûn.
Hêviya sebrê ji bo kesûkar û hevalên wî dixwazin.
Rê û sengera têkoşîna wî pir rêbwar û ava be.
Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê
22î Rezbera 1405a Hetawî