Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bikaranîna bombeya ji hemî bombeyan bihêztir dijî jêrxanên Komara Îslamî gengeşe dike

13:07 - 15 Çirriya pêşîn 2026

Nûçegihaniya CNN li raportek taybet de li zarê çend berpirsekê Amerîka ve belav kiriye ku arteşa Amerîka pilana nû bo êrîşkirina ser navendên etomî û jêrxanên enerjiya Komara Îslamî amade kiriye, ew plan pêşbîniya bikaranîna bomba ku Amerîka bi bombeya Dayka hemû bomban binav dike,  ku bihêztirîn bomba nezîrek a Amerîkayê ye, tê hesibandin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev pîlan dikare li jêr fermana Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka pêş yan paş hilbijartinan bête cîbicî kirin.

Tiramp daxwaz kiriye ku êrîşê bikne ser hejmarek zêde a armancan, ji wan jêrxanên enerjiyê, li gorî wê pîlanê, renge piştî wan êrîşan, Amerîka serkeftina xwe rabigehîne û hêzên xwe li deverê vekişîne.

Çavkaniyekê ragehand ku li pîlanê de bikaranîna wê bomba mezin bo lêdana jêrxanên etomiye binerdî, ji wan Çiyayê Pîkakis danaye.

Di hemebr de, berpirsekî koşka Sipî xwe li dana daxûyaniyan bi dûr girt, lê tekezî kiriye ku Tiramp hemû bijarde li ser maseyê hêlane heya ku xatircem bin Komara Îslamî tu carê nikare bibe xwediyê çeka etomî.