Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakiya “X” zêdetir ji 13 hezar akawntên pêwendîdar bi rêjîma Îran, çîn û Rûsiyê daxistin

13:09 - 15 Çirriya pêşîn 2026

Tora civakiya “X” li roja Çarşemî 14ê Çiriya Pêşîn ragihand ku vê tora civakî zêdetir ji 13 akawntên ku li çarçoveya 3 operasiyonên nifûzkirin û bandorxistinên biyanî yên pêwendîdar bi rêjîma Îranê, Rûsiye û Çînê de kar dikirin, peyda  û naskirin û sekinandine.

Tora civakiya “X” daye zanîn ku wan toran bi rêya akawntên sexte, li derheq siyaseta Amerîkayê nûçe û raporên sexte belav kirine û berbijêr û kesayetiyên civakî li warên cuda yên siyasî de kirine armanc.

Pêka gotina tora civakiya “X”, armanca wan akawntên sexte, bandorxistin bo ser danûstandin û gotûbêjên siyasî li Amerîkayê bûye û naskirin û sekinandina wan akawntan li pêvajoya lêkolînên rêgirîker û pêşîgirtinê yên lêkolînên tora civakiya “X” de hatine kirin.

Tora civkiya “X” bi serastî rohn nekiriye ku çi hejmarek ji wan akawntan li wan 3 operasiyonan de taybet bi rêjîma Îranê an Rûsiye an Çînê ne, lê tekez kiriye ku pêka siyaseta xwe bo parastina ewlehiya medenî, li hember naverokên xapîner li derheq dem, cih an şêwaza dengdanan û hewldan bo ji rêderxistina bikarhêneran bo beşdarînekirin li hilbijartinan de disekine.