Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçon û aloziyên li Kendavê û Tenga Hormozê de zêde dibin

13:10 - 15 Çirriya pêşîn 2026

CENTCOMê ragihand li roja Çarşemî 14ê Çiriya Pêşîn, gemiyeke ser bi rêjîma Îranê ku mijûlê operasiyona çavdêrî û sîxurîkirinê bo birmancgirtina gemiyên Amerîkayê li deryaya Omanê de bû, ji aliyê hêzên Deryayî ya Amerîkayê ve bû armanc û hate teqandin.

Pêka gotina karnasan, piştî teqandina radarên qiraxaviyên rêjîma Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, rêjîmê gemiyên masîgirtinê bo peydakirin û çavdêriya bo ser gemiyên ticarî bi kar tîne ku bikare wan bike armanca êrîşan.

Li nûçeyekî din de jî li derheq aloziyên ser avên Kendavê, Saziya Derya û Qiraxavên Sengapûrê belav kiriye 2 gemiyên bi alaya vî welatî li dema derbasbûn ji tengava Hormozê de kevtine ber êrîşê ku yek ji wan nuqum bûy û ya din jî xisar pêketiye, ev 2 gemî hilgirê kantîneran bûne, hêzên rêjîma Îranê li her derfetekê ku peyda bikin gemiyên ticarî dikin armanc.

Hevdem Saziya Navnetewî ya Deryayî belav kiriye ku gemiyeke din bi alaya Antîgoa û Barbodayê li nêzî tengava Hormoz de nuqum bûye.

Bilî gefxwarinên pêştir ên berpirsên rêjîmê bo biarmancgitina gemiyan li tengava Hormozê, li vê dawiyê jî terorîst Hebûbullah Seyarî, cihgirê hevahengkerê artêşa rêjîmê gotiye ku tengava Hormoz daxistiye û hekî bê îzna wan gemiyek bixwaze derbas bibe, dê bikin armanc.