Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li herêma Sîstan û Belûçistanê aloziyên ewlehiyê û pevçûnên dijwar zêde bûne.

13:29 - 15 Çirriya pêşîn 2026

Li gorî agahiyan, li bilindahiya Siyahlop a ser bi Çah-Ahmad a Taftanê, di navbera hêzên "Eniya Têkoşerên Gel" ê Belûç û hêzên leşkerî yên spaha pasdaran a terorîst de pevçûn derketin.

Li vir herî kêm sê kuadkopterên Pasdaran ji aliyê çekdarên Belûç ve hatin xistin ku bo çavedêrî û şopandina cihê şoreşvanên Belûç li esmanê vê deverê de digeriyan. Herwisa hat ragihandin ku hejmarek hêza rêjîmê ji milîsên Fatimiyûn ketine kemînê û di encamê de 29 ji wan hatine kuştin. Ji aliyê din ve, pasdarek bi navê Yaser Baqirî jî di van pevçûnan de hate kuştin.

Li Mehrestanê jî di du êrişên cuda de herî kêm 5 kes ji hêzên rêjîmê hatin kuştin û birîndar bûn. Di nav wan de jinekî piledarê rêjîmê, bi navê Efsane Eqîla, berpirsa payîgeha Besîc, û herwisa efserekî hêza întizamiya tepeserkar bi navê Mihemedelî Şehriyarî hene.

Welatiyên Belûç ji ber hebûna hêzên Fatimiyûn û zextên wan ên li ser jiyana rojane nîgeran in, û rêjîmê li rastî de herêma Belûçistanê kiriye Meydan şer û şoreşvanên Belûç tenê bo bersivdan û berteka li hember ev hemî cinayet û komkujî û milîtarîzekirina nawça xwe, bi îrade û çeka destê xwe li hember rêjîmê de berxwe didin û ji bilî cihaba çekê bi cekê bête danê, çi rêkekî din pêşya xwe nabînin.