Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %80 a dahata xelkê Îranê bo kirêya malan xerc dibe

14:31 - 15 Çirriya pêşîn 2026

Îrec Rehber, berpirsê komîsiyona avedanî, çêkirin û karûbarên jêrxanan û endamê heyeta nûneran a odeya Bazirganiya Têhranê tevî îşarekirin bi rewşa avahiyan û daketina şiyana aborî ya kirîna hewcehiyan li Îranê daye zanîn ku zêdetir ji 70 heta %80 a dahata malbatan bo îcareya malan tê xerckirin.

Navbirî tekezî kiriye ku nehevsengî li navbera dahat û xercê îcareya malan, dibe sedema daketina şiyana aborî bo kirîna hewcehiyên din ên jiyanê.

Pêka standarda cîhanî, hekî zêdetir ji %30 a dahata malbatan bo îcareya xanî bê xerckirin tûşî hejariya dijwar an hejariya niştecîbûnê dibe û dema ev rêjeya digihîje bi %80, ti dahatek bo xwarin, tenduristî, perwerde û hewcehiyên din ên bingehîn namîne û malbat nikarin piraniya hewcehiyên bingehîn ên jiyana xwe jî dabîn bikin.