Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 16 kes û 10 navendên girêdayî bi rêjîma Îranê dorpêç kirin

09:36 - 17 Çirriya pêşîn 2026

 

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li dorpêçeke nû de bo ser rêjîma Îranê, 16 kes û 10 navendên pêwendîdar bi torên malî yên rêjîma Îranê yên wek bankên derveyî sînoran, şirket, serafî û delalên firotina nefta Îranê, xistine nava lîstê dorpêçan de.

Amerîkayê armanca xwe ji tomarkirina wan kes û navendan li lîstê nû yên dorpêçan de bi sînordarkirina destpêregihîştina rêjîma Îranê bi dirafên biyanî û rawestan li hember torên dorlêdana dorpêçan ragihandiye.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê tevî belavkirina navê wan kes û navendan, daye zanîn ku ev dorpêç li çarçoveya “Operasiyona Durxistina Aborî” bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê de bûye.

Pêka gotina “Skat Bêsên” Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê wan kes û navendan rê bo veguhastina sedan milyon Dolar bo rêjîma Îranê xweş kirine ku bo dabînkirina malî ya xercên serbazî û milîsan tê xerckirin.