Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê alavên serbazî li Erebistanê de cîhgîr kirin

09:47 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Wezareta Derve ya Firansê daye zanîn ku Firansê cihgîrkirina alavên serbazî bo piştevanîkirina ji Erebistanê, li axa wî welatî de dest pê kirine û ev cihgîrkirin, berdewam e û alavên zêdetir dê hêj bêne cihgîrkirin.

Li vê derheqê de “Paskal Kanfavro”, berdevkê Wezareta Derve ya Firansê ragihand: “Firanse mijûlê cîbicîkirina alavên hewce yên operasiyonî bi pêka lihevkirina li navbera Firanse û Erebistanê bo parastina damezraveyên neftî yên Erebistanê de ye.

Navbirî li derheq hûrdekariyên li derheq alavên cihgîrkirî û dema berdewamiya vê û cura wan alavan ti zanyariyek zêdetir belav nekiriye.

Li heyva derbasbûyî de “Emanoêl Makron” Serkomarê Firansê gotibû ku Firanse dê hêz û sîstemên berevanîkirinê bo alîkarîdan bi Erebistanê bo parastina bajarê Yenbo ê li deryaya Sor de ku bajarekî bingehîn û stratejîk bo veguhastina wîze ye, bişîne.

Êrîşên mûşekî yên Husiyan û bi pitgîriya rêjîma Îranêb o ser navendên neftî û jêrxana aboriya Erebistanê, bûye sedem ku bertek û helwêsta navnetewî bi du xwe de bîne, Firanse yêk ji wan welatan e ku parastina ewlehiya Erebistanê û herwisa ewlehiya ticareta cîhanî, amadeyî ya xwe rabigehîne.