Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du nûnerên Kongireya Amerîkayê reşnivîsek bo înterneta azad li Îranê amade kirine

09:48 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Klodiya Tênî nûnera Komarîxwaz a îyaleta New Yorkê û Yasemîn Ensarî nûnera Dêmokrat a îyaleta Arîzona li Kongireya Amerîkayê, ragihandine ku reşnivîsa bernameyekê li jêr navê Îran Ekt bi piştevaniya 14 nûnerên din ên Komarîxwaz û Dêmokratên Kongireya Amerîkayê pêşkêşî Meclîsa Nûneran a Amerîkayê kirine.

Wan 2 nûnerên Kongireya Amerîkayê dane zanîn ku ev bername bi armanca rawestan li hember sansorkirin û çavdêrî bo ser înternetê li Îranê, bihêzkirina teknolojiya pêwendîgirtina ewleh û parastina destpêregihîştin bi zanyariyan li ser înternetê bo xelkê li Îranê pêşkêş kirine.

Pêka vê reşnivîsê, ev teknolojî dikare pêwendiya têlêfonên asayî bê pêwendî digel vêzgehên bejayî, pêwendî digel satelaytan ve bigre ku bi navê sîstema têlêfonî ya “Dayrêkt tû sêl” bo bikarhênerên li Îranê ye.

Herwisa hatiye gotin ku dana vê xizmetguzariya berfireh a înternetî û pêywendîgirtinê bi vê şêwazê, hêj sînor û pirsgirêkên teknîkî hene.

Armanca sereke a amadekariya reşnivîsa han, amadekariye bo egera qutbûn û astengiyên ku rêjîma Îranê bo Înternêtê û pêywendiyan çê dike, gorî vê reşnivîsê wê demê xelkê Îranê dikare mifahê ji vê Înternêta “Dayrêkt tû sêl” werbigre.