Yûhan Wadêfûl, Wezîrê Derve yê Alman roja Înê 16ê Çiriya Pêşîn, tevî huşdarîdan li derheq êrîşên tevlihev ên rêjîma Îranê li Ewropayê, ragihand ku dewleta Alman dê li hember pîlanên rêjîma Îranê bi dijî Cihûyan li Alman de bisekine.
Herwisa navbirî pêşewazî li biryara dadgeha Hamborgê bi dijî 2 kesan bi sedema beşdarîkirin li pîlana terorkirina Cihûyan li Alman de kir û ragihand ku kiryarên dujminkaraneyên rêjîma Îranê li Alman de bo ser civaka xwe ya azad qebûl nakin.
Wezîrê Derve yê Alman tevî îşarekirin bi pîlana terorkirina Yozêf Şostêr ê serokê Şêwreya Navenda Cihûyan li Alman û Volker Bek ê serokê Encumena Almanî-Îsraîlî, tekez kir ku rola rêjîma Îranê li wan kiryaran de wek terorîzma rêkxistinkirî ji aliyê dewletê bi rohnî tê xuya û em dê vê derheqê de jî bertekê nîşan bidin.
Rêjîma Îranê pêşîneyeke gelek reş li kiryarên terorîstî li Alman de heye, li sala 1992 a Zayînî de ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê ve “Dr. Sadiq Şerefkendî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî li bajarê Berlînê de hatine terorkirin ku bi terora Mîkonosê tê naskirin û li sala 1997ê de Dadgeha Berlînê berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bi berpirsê vê terorkirinê dan nasandin û tevî paşhatên siyasî û pêwendiyên girîng, dadgeha Berlînê ev biryar da.