Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê li pileya herî metirsîdar a teweromê de ye

10:38 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Pêka amarên fermî yên rêjîma Îranê li derheq rêjeya teweromê, li heyva Xermanana îsal de teweroma xal bi xal, parêzgeha Îlamê bi rêjeya %114.3 li pileya yekem û parêzgeha Hormozganê bi rêjeya %113.8 li Îranê de, û parêzgeha Sine bi rêjeya %108.3 li Rojhilatê Kurdistanê li pileya Sêyem de ye.

Rêjeya nêvîncî ya teweroma xal bi xal li heyva Xermananê li Îranê %89.8 hatiye ragihandin.

Ev teweroma bilind bi tenê hejmerk nine, belkû nîşaneya şikesta şiyana kirîna xelkê ye, hewcehiyên xelkê hekî sala derbasbûyî 100 yeke bûye îro ji 208 yekeyan zêdetir bûye.

Bi sedema cudatîdanîn û bêparkirinên sîstematîk a malbatên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve, aboriya xelkê li Rojhilata Kurdistanê geşe nekiriye, lewma malbat bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe û heta dabînkirina dermanên hewce tûşî qeyranên dijwar bûne.