Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tenê rêya pêşîgirtin ji Komara Îslamî, xelasbûn ji vê rejîmê ye

11:16 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Serokwezîrê Îsraîlê, li ser hewcehiya bidawîanîna desthilatdariya vê rejîmê tekez kir û got ku sekinîn li dijî vê rejîmê hewcehî bi pêvajoyeke dirêj û gavên leşkerî û aborî heye.

Binyamîn Netanyahû di hevpeyvînekê de digel “Fox News”, got ku Komara Îslamî wek hêzeke xirabkar û tundrew wesif kir û Hizbullaha Lubnanê, Hamas û Hûsiyên Yemenê wek baskên herêmî yên vê rejîmê binav kir.

Ew bi cudakirina xelkê Îranê ji desthilatdariya Komara Îslamî, got ku xelkê Îran xwediyê şaristaniyeteke mezin û dîrokeke dewlemend e, lê ev rejîma olî ev bi barimte girtine.

Netanyahû herwisa bi îşarekirin bi dirûşmên dijî Amerîkayê yên berpirsên Komara Îslamî, hişdarî da ku gihîştina vê rejîmê bi çeka navokî û mûşekên dûrhavêj dikare bibe gefeke micid li ser ewlehiya Amerîka û welatên din.

Serokwezîrê Îsraîlê karkirina Tiramp, Serokomarê Amerîkayê, di hemberî Komara Îslamî de pesend kir û got Tiramp metirsiya gihîştina Tehranê bi çekên navokî ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo Amerîkayê jî fam dike.

Netanyahû di berdewamiya axaftinên xwe de Komara Îslamî wek rejîmeke ku cihê bawerê nîne binav kir û got ku danûstandin û peyman bi wan re nikare rê li ber berdewamiya gef xwarinên wan bigire.