Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên aborî li ser rêjîma Îranê gihîştiye astekê ku Spah nikare hiqoqê hêzên xwe bide

11:29 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di raporeke nû de ji zêdebûna givaşên aborî li ser dezgehên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê de ragihand ku pirsgirêkên darayî yên Spaha Pasdaran ewqas zêde bûne ku nikare heta miaşê hêzên xwe jî bide.

CENTCOM roja 24ê Rezberê, ragihand ku dorpêça deryayî ya li dijî Komara Îslamî gehiştiye 25 milyar dolaran û dahata hinardekirina neftê qut kiriye. Herwisa, nêzî 350 milyon dolar ji sermayeyên diravên dîcîtalî jî ji aliyê Amerîkayê ve hatine dest bi ser da girtin.

Brêd Kopêr, Fermandeyê CENTCOMê, herwisa ragihand ku niha ti hawirdekirin an hinardekirina deryayî bi riya benderên Îranê ve nayên encam dan.

Li gorî vê raporê, givaşên aborî li ser Komara Îslamî gelek beşên aboriyê, di nav de wize û neft, pola û pîşesaziyên giran, maşînsazî, avahîsazî û beşên ewlehî û leşkerî, bi kêmbûna çavkaniyên darayî re rû bi rû kiriye.

CENTCOM di beşeke din a rapora xwe de behsa pirsgirêkên darayî yên Spaha Pasdaran kiriye û gotiye ku givaş gihîştiye astekê tund ku li gorî raporan, hin komên çekdar yên milîsên hevpeyman bi Komara Îslamî re, dana hiqoqê hêzên xwe rawestandine da ku çavkaniyên darayî yên xwe bo Spahê bizivirînin.

Wê saziyê tekez kiriye ku Spaha Pasdaran jî nikare hiqoqê hêzên xwe bide.