General Bired Kûpir, Fermandeyê CENTCOMê li derheq rewşa serbazî û deryayî ya Rojhilata Navîn de gotiye ku zêdetir ji 50 hezar kes ji hêzên Artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn de cihgîr bûne û li 7 rojên derbasbûyî de jî zêdetir ji 400 gemiyên ticarî ji tengava Hormozê re derbas bûne.
General Bired Kûpir daye zanîn ku tengava Hormozê niha yek ji girîngtirîn cihê rûberûbûna hêzên Artêşa Amerîka û rêjîma Îranê ye.
Li halekê de Amerîkayê ragihandiye kontrola tevav bo ser tengava Hormozê heye, paşmaweyên rêjîma Îranê bi rêya dûr û bi bikaranîna diron, mûşek an mînên deryayî gemiyên ticarî dikin armanc û bi gemiyên masîgirtinê hewla sîxurîkirin û biarmancgirtina gemiyên ticarî didin û îdiaya kontrola tevav bo ser tengava Hormozê hene.
Belavkirina amarên hatinûçona gemiyên ticarî li tengava Hormozê li halekê de ye ku hêzên Amerîkayê operasiyona dorpêçkirina wêzgehên qiraxaviyên Îranê didomînin û hevdem hewlê didin rêya derbasbûna barên ticarî û wize li tengava Hormozê de vekirî rabigrin.