Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna hevpeymaniya hêzên Kurdistanî ligel rêkxirava Hawar Hêllp

12:37 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Roja 23ê Rezbera 1405an, Şanda Hevpeymaniya hêzên Kurdistanî civînek ligel rêkxirava Hawar Hêllp, bi beşdariya xatû Miryem û xatû Dozîn Têkal birêve birin, ew rêkxirav li sala 2015an ji aliyê rojnamenivîs û çalakvana naskirî Êzîdî- Almanî Duzîn Têkal li Almaniya yê de hate damezrandin, wekî karvedanekî li dijî komkujiya (Cînosayd) ku rêkxirava Daişê li sala 2014an de dijî Kurdên Êzîdî li Şingalê encam da, rêzdar Mistefa Qazîzade û xatû Leniya Resûlî ji aliyê hizbê ve di vê civînê de beşdar bûn.

Amanca sereke a kombûnê danexûya rewşa siyas, civakî û mafê Mirov ên Kurdên Rojhelatê Kurdistanê û behiskirin li ser wê rêyê û mîkanîzman bû ku dikarin alîkariya bi gihandina dengê qurbaniyên mafê Mirov bidin, aliyê Kurdî tekezî li ser hewcehiya girîngîdana zêdetir bi rewşa girtiyên siyasî, mafê jinan, azadiyên destpêkî û mafên netewî û kultûrî yên gelê Kurd kir, herwisa tekezî li ser vê hate kirin ku belgenamên pêşêlkariyan, komkirina zanyariyên bawerpêkirî û gihandina bi damezravên peywendîdar dikare rolek girîng li nasandina kurdên Rojhelat de hebe.

Li dirêjeya behsê de, girîngî û hevahengiya navbera hêzên Rojhelatê Kurdistanê û Rêkxiravên mafê Mirovî, bi taybet Hawar Hêllp, da xûya, ku ew hevkarî dikare li pêşerojê de li rêya guhertina zanyarî, aşnakirina damezravên Ewrupî bi rewşa Mafê Mirovî û rêkxistina çalakiyên hevbeş ên mirovî ve zêdetir bibe.

Kombûn derfeteke bo nasandina zêdetir û çêkirina têgeheştina hevbeş li ser pirs û pirsgirêkên Rojhelatê Kurdistanê bû.