Roja Înê 24ê Rezbera 1405an, kombûnek li navbera hevpeymaniya hêzên Kurdistanî û xatû Aylan Ozoguz li Hizba Sosyaldemokrat a Alman birêve çû, Mistefa Qazîzade û xatû Leniya Resûlî ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve beşdar bûn.
Di vê kombûnê de heyeta Hizbê daxwaza dana maseyek taybet li parlemanê bo Rojhelatê Kurdistanê kir, xatû Ozoguz got ku damezrandina maseyekî siyasî teybet bo kemîneyekê li Îranê nagunce, lê soz da ku ligel beşên Mafê Mirovî a Parlemanê pêkhatî ji hemû Firaksiyonan bo çêkirina wê mijarê biaxife, herwisa behis li pêkanîna rûniştinekê li çarçêweya suneta kevnar a parlemana Alman bi navê Subhaneya Parlemanê kir, û soz da ku ligel Firaksiyona parlemanê wê mijarê bixe ber bas.
Subhaneya parlemanê li kultûra siyasî a Alman de cureyeke li kombûn û diyalogê, kombûnekî sipêdehî ku ji aliyê partên siyasî, sendîka, rêkxiravên nehikumî yan kompaniya tê rêkxistin û têde alûgora bîr û rayan û giftûgo li ser mijarekê taybet a siyasî, abûrî yan civakî li pêş destpêkirina rûniştinên fermî ên parlemanê dike.