Roja 23ê Rezberê, kombûnek li parlemana Alman li navbera nûneratiya hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistan, Hizba Komonîsta kargeriya Îranê, xatû Cansû Ozdêmir li hizba Çep û rêzdar Makis Lukis li Hizba Kesikan birêve çû.
Rêzdar Mistefa Qazîzade û xatû Leniya Resûl, ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li vê kombûnê de kirin.
Hevpeymaniyê îşare bi êrîşên dironî yên Îranê bo ser baregahên hizbên Kurdistanî, girtin, îşkence û bidarvekiria ciwanên Kurd kir û rohin kir ku rejîma Îranê zêdetir û hovanetir ji beşên din Îranê kurdan tepeser dike, şanda hevpeymaniyê herwisa tekezî li ser hewcehiya girîngiya zêdetir bi pirsa Kurdên Rojhelatê Kurdistanê li parlemana Alman de kir.
Li beşeke din a gotubêjê de, behis li girêbesta Mafê Mirov a Osloyê û girîngiya bikaranîna çarçêwe û mîkanîzmên Navdewletî yên parastina mafê mirov hate kirin.
Hevpeymaniyê tekezî li ser hewcehiya bidudeçûna binpêkirinên mafê mirov li Rojheltaê Kurdistanê û gihandina wê pirsê bi damezravên peywendîdar yên Ewrupa û navdewletiyan kir.
Hizba Komonîsta kargerî a Îranê ligel îşare bi binpêkirina berfireh a Mafê mirov ji aliyê rejîma axûndî ve daxwaz kir ku dewleta Alman şandina çek bo rêjîma Îranê rabigre, li egera qutkirina Înternêtê ji aliyê axundan ve, înternêtê bo xelkê dabîn bike, û dawî bi peywendiyên dîplomatîk ligel rejîma melayan bîne.
Nûnerên her du Hizbên Çep û Kesik, pêşwazî li daxwaziyên aliyên Kurdî kir û rezamendî û amadehiya xwe bo hevkarî li asta parlemanê derbirî.