Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya xelkê Îranê êdî şiyana kirîna hewcehiyên rojane çinînin

14:00 - 17 Çirriya pêşîn 2026

Rewşa aborî ya xelkê Îranê her ku diçe xerabtir dibe û zêdebûna nirxa hewcehiyên sereke bandoreke giran li ser jiyana rojane ya welatiyan dike. Li gorî rapora dawî ya Banka Cîhanî ya vê mehê, nîşaneyên hejarî û belengaziyê li Îranê de zêde dibin û tê pêşbînîkirin ku rêjeya hejarî û nedariyê digihîje pitir ji 40 ji sedî. Ev rewş barê ser milê malbatan giran dike, ji ber ku dahata xelkê têra peydakirina pêdiviyên bingehîn nake.

Di van rojên dawî de, bi taybetî li bazarên Tehranê, bihayê goştê mirîşkê ku yek ji çavkaniyên herî girîng ên proteînê ye di sifrên malbatan de, bi awayekî berçav zêde bûye. Biha roj bi rojê û heta demjimêr bo demjimêrê û dan bo danê bilind dibin, di demekê de ku hêza kirînê ya xelkê kêm bûye. Ev bilindbûna bihayê xwarinê û herifîna aboriyê, kirîna pêdiviyên rojane ji bo gelek malbatan kiriye armanceke ku nayê bidestxistin û gefeke mezin li ser jiyana wan çêkiriye.