Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmek ku rehmê bi xelkê welatê jêr desthilata xwe neke, nabe çeka navkî hebe

09:53 - 3 Çirriya pêşîn 2026

“Tamî Pîgot”, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li hevpeyvîn digel “Fox News”ê de tevî îşarekirin bi kiryarên rêjîma Îranê got: “vê rêjîmê dehan hezar kes ji xelkê Îranê komkuj kiriye û jibiliî wan kiryaran, kiryrên terorîstî yên vê rêjîmê li seranserê cîhanê de hatine dîtin, rêjîmek wiha nabe çeka navkî hebe”.

Herwisa navbirî ragihand: “kuştina xelkê Îranê û herwisa kiryarên terorîstî yên vê rêjîmê, careke din hewcehiya hestiyatr a karên ku Donald Tiramp bi dijî rêjîma Îranê dike, zêdetir dike”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn ku karên Dolad Tiramp li hember rêjîma Îranê bi vê armancê ye ku alxahîn be êdî rêjîma Îranê nekare li alozkirina aramiya dever û cîhanê berdewam be û nekare çeka navkî bi dest xwe ve bîne.