Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka rê nade rejîma Îranê carek din şiyana etomiya xwe ava bike

14:30 - 18 Çirriya pêşîn 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê, ragihand ku Waşington piştî pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî bernameya navikî ya Komara Îslamî, dest bi pêkanîna çend gavên nû kiriye da ku rê li ber vejîna şiyana navikî û etomî ya Îranê bigire.

Donald Tiramp roja Şemî, 25ê Rezberê, ragihand dema ku wî operasyona «Çekûça Nîvêşevê» li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêk anî, şiyana navokî ya wê rejîmê hilweşand.

Tiramp bi tekezîkirina vê yekê ku Komara Îslamî divê negihîje çekên navokî, got: «Ew nikarin xwediyê çekên navokî bin, ji ber ku ew dê wê çekan bi kar bînin».

Serkomarê Amerîkayê herwisa eşkere kir ku berî pêkanîna operasyonê, wî ji berpirsên payebilind yên hikûmeta xwe re gotibû ku divê Amerîka ji bo demekê li Rojhilata Navîn amade bimîne, da ku çek û şiyana navikî ya Komara Îslamî jinav bibe.

Tiramp herwisa got: «Divê em piştrast bibin ku ev şiyan careke din venagere. Ev ew erk e ku em niha û di pêşerojê de jî divê her tim encam bidin».

Di çend rojên derbasbûyî de jî tora nûçeyan a CNN di raporeke taybet de, bi veguhastina gotinên çend berpirsên Amerîkî, ragihandibû ku artêşa Amerîkayê planeke nû ji bo êrîşkirine ser navendên navokî û binsaziyên enerjiyê yên Komara Îslamî amade kiriye. Di vê planê de bikaranîna bombeya «Dayîka Hemû Bombeyan», ku wek bihêztirîn bombeya Amerîkayê tê naskirin, jî hatiye hesibandin.

Li gorî vê raporê, ev plan dikarin bi fermana Tiramp, Serkomarê Amerîkayê, berî an piştî hilbijartinan bên pêkanîn.