Ehmed Necatiyan, berpirsê saziya nizampizişkî ya rêjîma Îranê ragihand ku tevî rêjeya perstarên amade li navendên dermanî, hewcehî bi zêdetir ji 100 hezar perestarên din jî heye û bi sedema rewşa dijwar a kar û pirsgirêkên jiyana perestaran, rêjeya perestaran roj bi roj li Îranê de kêm dibe û niha yek ji pirsgirêkên gelek micid ên navendên dermanî li seranserê Îranê ye.
Herwisa navbirî ragihand ku her salê zêdetir ji 18 hezar perestar li beşên perestariyê de perwerde dibin lê beşek ji wan li vê beşê de kar nakin û pêka biryaran dibe îsal bi 10 heta 15 hezar perestarî kar bê dan lê dîsan jî her hewcehî bi 100 hezar perestarên din heye.
Navbirî îtiraf bi rewşa dijwar a kar û jiyana perestaran û herwisa pêrenegihîştin bi rewşa wan kiriye ku bi sedema hiqûqên kêm û paşketina wan hiqûqan ku piştî 7 mehan bi wan didin, dest ji kar berdidin an bo aliyê welatên din ve diçin û bi hêsanî jî li welatên din de têne vergirtin û bi karê kêmtir û hiqûqek gelek zêdetir mijûlê kar dibin.
Di heman demê de, ji aliyekî din a krîzên aborî de, li parêzgarê Tehranê, Mihemed Sadiq Muetemêdiyan, îtraf bi vê yekê kiriye ku ji ber xirabiya rewşa aborî û bilindbûna têçûya jiyanê li paytextê, hejmara xwendekarên bajarê Tehranê 7 hezar kes kêm bûye û malbat neçar bûne bo bajarokên derdorê koç bikin.
Navborî herwisa îşare bi hilweşîna kerta perwerdeyê kiriye û ragihandiye ku parêzgeha Tehranê pêdivî bi 9 hezar polên xwandinê û 638 dibistanên nû heye. Wî gotiye ku şaredariya rejîmê sozên xwe yên ji bo avakirina dibistanan ne anîne cih.