Kapîtan Tîm Hawkînz, Berdevkê CENTCOMê ragihand ku nêzî bi tevav a gemiyên ticarî ku dixwestin ji tengava Hormozê re derbas bibin, karîne bi rêjeya zêdetir ji %97 ji vê tengavê re derbas bibin û rêjîma Îranê nekarîne rêgirî ji wan bikin an bikin armanca diron û mûşekan.
Navbirî tekezî kiriye ku wan gemiyan bi alîkariya hêzên Amerîkayê karîne ji vê tengavê re derbas bibin û heta niha hêzên Amerîkayê bi hezaran gemiyên ticarî alîkarî dane ku bikarin bi ewlehî ji vê tengavê re derbas bibin.
Kapîtan Tîm Hawkînz ragihand ku spaha pasdaran a terorîst li pîlana daxistina tengava Hormozê de şikest xwariye û nekariye armancên xwe bi dest ve bînin.
Ji aliyê din ve CENTCOMê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daye zanîn ku dorpêçkirina deryayî ya rêjîma Îranê bi tundî berdewam e û heta roja Şemî 17ê Çiriya Pêşîn, rêya 138 gemiyên ticarî guherîne û gemiya şerker a “USS Rafaêl Piralta”, bi vê armancê li avên deverê de ye.