Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Yemenê rêjîma Îranê wek aliyê rasterast ê şer digel xwe da zanîn

15:17 - 18 Çirriya pêşîn 2026

“Efrah El-Zobe”, Wezîra Derve ya Dewleta fermî ya Yemenê bi rohnî ragihand: “Rêjîma Îranê wek piştevanê Hûsiyan, cehdê dike Yemenê wek kartekê li danûstandinan de bi kar bîne û em vê yekê nikarin qebûl bikin.

Rêjîma Îranê îdiaya wê yêkê kiriye ku dixwaze bo çaresera kêşên nava Yemenê de naybendçîtiyê bike, gorî gotina dewleta Yemenê, ev naybendçîtiya Îranê qebûl nakin û ev Îranê bi aliyekî şerê bi dijî xwe dizanin.

Wezîra Derve ya Yemenê ragihand ku berdewamiya şandina çek û cebilxane û piştevanîkirin li milîsên terorîst ên Hûsî, rêjîma Îranê ne wekî navbendçî, belku bi aliyê rasterast ê şer digel me guheriye.

Efrah El-Zobeyê bi rohnî ragihand ku axaftinên wezîrê derve yê rêjîma Îranê, nikare berpirsayetiya vê rêjîmê li kûditaya milîsên Hûsî û demdirêjkirina şer li Yemenê perdepoş bike.

Navbirî tekez kir ku rêjîma Îranê di cihê vê ku xwe wek navbendçî bide nasandin, bila dest ji Yemenê berde û bo Hûsiyan çek û cebilxanê neşîne û rêz ji desthilata welatan bigre û pêbendê yasaya cînaretiya baş be.

Herwisa Wezîra Derve ya Yemenê daxwaz ji civaka cîhanî kir ku li hember destêverdanaên rêjîma Îranê li Yemenê helwîstê bigrin û pêka biryarnameyên 2216 û 2624 a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, rêjîma Îranê neçar bi bersivdanê bikin.