Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Misir û Îmaratê piştevanîkirina xwe li Erebistanê ragihandin

15:23 - 18 Çirriya pêşîn 2026

Ebdulfetah El-Sîsî, serkomarê Misrê li rêûresmeke serbazî de ragihand ku amade ye li şerê Erebistan û Hûsiyên Yemenê, li kêleka Erebistanê de bisekine û got: “ti wateyek nîne ku em derfetê bidin derbe bi ewlehî û aramiya Erebistanê bikeve”.

Pêka gotina rojnameya Garidiyen, Îmaratê qebûl kiriye ku alîkariya malî bo girûpên ser bi dewleta fermî ya Yemenê dest pê bike û Erebistan jî bi piştevanîkirina esmanî ji hêzên hikûmî yên Yemenê alîkariyê bide hêzên bejayê yên dewleta Yemenê.

Pêka gotina serkomarê Misrê, piştî erêkirina meclîsa Misrê, ev dê pêşniyar û rênimûniyên şahê Erebistanê û cihgirê wî cî bi cî bike.

Îmaratê pêştir alîkariya malî, alav û cebilxane û pewerdeya serbazî bi yekeyên taybet ên serbaziyên Yemenê yên bi navê “Xûl” ên ser bi dewleta Yemenê dida ku piştî çêbûna alozî digel Erebistanê ev alîkarî sekinandibûn.