Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê şiyana kirîna hewcehiyan daketiye û bazar jî sekinî ye

15:36 - 18 Çirriya pêşîn 2026

Pêka raporên cuda yên li derheq rewşa aboriya xelkê Îranê, bilindbûna nirxan û daketina lezgîn a şiyana kirîn a xelkê Îranê, bi qasekê dijwar bûye ku bazar jî sekinîne û xisarên giran bi werzêr û firoşyaran dikeve.

Bi sedema daketina lezgîn a şiyana kirîn a xelkê li bajarê Burûcêrdê de kes berhemên werzêrî li meydanên êmîş û pincar de nakire û pêka gotina karnasan, ev yeka dê pirsgirêkên gelek micid bo werzêran çê bike û berhem li enbaran de mane û heta şofêrên maşînên barhilgir jî tûşî xisaran bûne.

Ji aliyê din ve nirxa her kîlo goştê mirîşkan li Têhranê ji 310 hezar Tumenî derbas bûye û egera vê heye hêj bilintir bibe.

Pêka girtevîdyoyekê li bazara Tewrêzê, ev betal e û kirîna berheman nêzî bi tevav, sekinîye.

Herwisa li pîşeya bînasaziyê de jî raporek li serbilindbûna bi nişkêve ya reng belav bûye ku tevî bilindbûna nirxên madên destpêkî, berhemanîn û vegihastina alavan, êdî rengkirina bînayan jî xerceke gelek zêde heye.

Nirxa beşek ji dermanên taybet jî nêzî zêdetir ji 10 qat bilind bûne û êdî malbat nikarin bo nexweşên xwe wan dermanan dabîn bikin.

Pêka raporekê ku ji devera Cazmûriyan a ser bi bajarê Kirmanê belav bûye, kirîna nanê rojê bûye pirsgirêkek micid û beşek ji xelkê êdî nikarin heta nan jî bikirin û çendîn heyv e ev pirsgirêk zêde bûye.