Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya ewlehiya balyozxaneyên Amerîka li Rojhelata Navîn de

14:36 - 19 Çirriya pêşîn 2026

Li encama tevdaniya berdewam a rejîma Tehranê û girûpên terorîstî ên bikirêgirtiyên deverê, balyozxaneyên Amerîka li Rojhelata Navîn de bi belavkirina hoşdariya ewlehî, daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku agehdarê rewşa ewlehî bin.

Balyozxaneyên Amerîka li deverê de, bi sedema girûpên husiyan û metirsiya zêdebûna aloziyan, hoşdariyek ewlehî belav kirin û daxwaz ji welatiyên Amerîka kirin ku hoşyariya xwe bilind rabigrin û rêkara xweparêziyê bigirne ber xwe.

Li vê hoşdariya ewlehî de îşare bi vê hate kirin ku bi sedema rengehiya berfirehbûna bilez a aloziyan li Rojhelata Navîn de, egera sekinîna geştên esmanî, daxistina esmanî û astengiya hatin û çûnê heye.

Herwisa tekezî ji vê hatiye kirin ku rejîma dagîrker a Komara Îslamî û mîlîşyayên bikirêgirtî, renge êrîşê bikne ser berjewendiyên Amerîka, binke, şîrket û damezravên peywendîdar li seranserê cîhanê de.

Piştevanîkirina darayî û çekdarên Komara Îslamî li girûpên terorîstî ên deverê wekî Husiyan, ewlehiya keştîvaniyê û hêlên esmanî ên navdewletî xistine jêr metirsiya micid ve û eva jî nîşan dide ku heya vê demê rejîma Tehranê li aloziyan berdewam be, ewlehî û aramî li rojhelata navîn de cîhgir nabe.