Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla hejarî li Îranê ji 85 milyon Tumenî derbas bû

14:42 - 19 Çirriya pêşîn 2026

Pêka raporên belavbûyî, hejarî li nav qata kesên ku hiqûq verdigrin, gelek berfireh bûye û hêla hejariyê li hinek deveran li Îranê de ji 85 milyon Tumenî derbas bûye û pêka hiqûq û heqdestên ku karmend û kedkar li Îranê de verdgirin, çendîn qat kêmtir ji hêla hejariyê ye û bi bilindbûna nirxa hewcehiyan û herwisa teweroma serberedayî, xercê malbatan çend qat zêdetir bûye.

Pêka berewird û gotinên karnasên warê kar û pîşe, berdewamiya bilindbûna nirxan, zêdebûna teweromê û xercên hewcehiyên destpêkî yên jiyanê ên wek avahî, xwarin, derman û hewcehiyên din ên jiyanê, givaşeke gelek zêde xistiye ser malbatên kedkar û karmendan û beşek zêde ji wan tûşî pirsgirêkên gelek micid bûne.

Pêka amarên belavbûyî li navxweyê Îranê zêdetir ji %80 a kedkar û karmendan li Îranê jêr hêla hejariyê de ne, an li jêr givaşa gelek dijwar a dabînkirina pêdiviyên jiyanê de ne û bi vê pêkê, sifreya biçûkbûyî ya kedkar û karmendan, hêj biçûktir dibe û şiyana kirîna hewcehiyan a qata nêvîncî û kêmdahatan, gelek daketiye.