Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lubnanê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku tedaxula xwe li wî welatî de bisekinîne

14:46 - 19 Çirriya pêşîn 2026

Yûsif Recî, Wezîrê Derve yê Lubnanê li 52 emîn civîna Şêwreya Wezîrên Derve yên saziya Hevkariya Îslamî li Îraqê, daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku destêverdanên li karûbarên navxweyî yên Lubnanê û herwisa şandina çek û cebilxane û diraf bo Hizbullahê, bi dawî bîne.

Herwisa “Yûsif Recî” daxwaza sekinandina êrîşên paşmaweyên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê bo ser welatên endam ên Şêwreya Hevkariya Kendavê û Ordonê kir û dijayetiya xwe digel her cure sînordanînek bo azadiya gemîraniyê li tengava Hormozê û Babulmendebê, ragihand.

Wezîrê Derve yê Lubnanê tevî tekezkirina bo ser hewcehiya radestkirina çekan bi navendên fermî yên Lubnanê, Hizbullaha Lubnanê wek berpirsê rakêşana wî welatî bo nav 2 şerên digel Îsraîl yên li heyvên “Octobera 2023 û Marsa 2026”ê binav kir.

Wezîrê derve ê Lubnanê daxwaza birêveçona biryarnameya 2817 a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî li derheq êrîşên bo ser welatên Kendavê û Ordonê û biryarnameya 1701 li derheq sekinandina şerê Îsraîl digel Hizbullahê û bihêzkirina kontrola dewleta Lubnanê bo ser ewlehiya welat kir.