Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dibêje em nizanin digel kê danûstandinê bikin

09:56 - 3 Çirriya pêşîn 2026

Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp daxuyaniyên nû li ser rewşa Îranê û aloziyên li Herêmê dan. Tiramp da zanîn ku Îran niha "welatekî wêranbûyî ye" û got ku dê bi lez bûyerek nû li wî welatî de biqewime. Herwisa wî diyar kir ku hêzên Amerîkayê karîne hêz û şiyana esmanî û deryayî ya rêjîma Îranê têk bibin û piraniya kontrola tengava Hormozê bixin destê xwe.

Li gorî gotina Tiramp, di şer û aloziyên dawî de nêzîkî 5 hezar û 400 kes ji hêzên rêjîma Îranî hatine kuştin, lê hejmara kuştiyên hêzên Amerîkî tenê 18 kes in. Ev amara leşkerî ji aliyê saziyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

Tiramp li berdewamiya axaftina xwe de, îşaret bi sazî û binkeyên etomî yên Îranê kir û îdda kir ku ew der wek navendên çêkirina maddeyên hişbir jî dihatin bikaranîn. Herwisa wî bal kişand ser hevdîtinan û got ku pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina tengava Hormozê ne bes e û ew red kiriye. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku niha kesekî diyar li Îranê tune ye ku ew hevdîtinê pê re bikin, û got em derî didin, kes çinîne derî weke.