Li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, malnişînkiriyan kombûneke nerizayetî li derheq rewşa jiyanê, teweromê, bilindbûna nirxan û pirsgirêkên dermanî, lidar xistin û dirûşmên wek “bilindbûna nirxan, teweromweke teqekirin bi xelkê ye, gendeliyên berpirsan Îran kawil kiriye, hejarî û sitem em kêşane ser şeqaman û çendîn dirûşmên din” dan.
Herwisa li meydana pincar a Têhranê de li navbera xelkê û karbidestên bajarvaniya rêjîmê şer û levdan qewimî û karbidestên rêjîmê bi lodêran pincar û êmîşên xelkê bi taybet werzêran pêpes kirin û xisarên giran gihandine werzêr û kasibkaran.
Herwisa bazariyên bazara mezin a Têhranê gazinde ji nebûna bikir û liserdestmana berheman kirine.
Li bajarê Ehwazê de jî malnişînkiriyên dabînkirina civakî li rûberûyê bînaya saziya dabînkirina civakî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember rewşa dijwar a jiyanê, nedana hiqqên paremayî yên zêdekirî û binpêbûna mafên xwe, dane xuya.